Wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE), roja sêşemê li Luksemburgê civiyan û pêşeroja peymana hevkariyê ya ku bi Îsraîlê re di meriyetê de ye, nirxandin.
Di civînê de, Îspanya û Îrlandayê daxwaza rawestandina peymana YE-Îsraîlê ya hezîrana 2000’an careke din anîn rojevê. Lê belê Elmanya û Îtalyayê li dijî vê pêşniyarê derketin û nêzî rawestandina hevkariyê nebûn.
Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Johann Wadephul, ev pêşniyar wekî "ne guncav" bi nav kir û parast ku di têkiliyên bi Îsraîlê re, li şûna qutbûnê divê diyalog were domandin.
Wadephul diyar kir ku: Divê em bi Îsraîlê re li ser mijarên krîtîk biaxivin. Ev yek divê di nav diyalogeke rexnegir û avaker de bê kirin.